Komîteya çand û huner bi alîkariya daîreya şûnwaran di bin silogana ” çand û huner rih û çarenûsa gelan e” pêşengehek li bajarokê Tilbêder li dar xist.
Komîteya çand û hunerê ya kantona Hesekê şêwekar Hesen Hemdan û şagirtên wî xelat kir.
Hesen Esaf û şagirtên xwe beşarî gelek pêşangeh û çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bûne.
Di pêşengehê de 67 taployên cûr bi cûr yên folklorî û bi dehan alavên kevnar tê hatin pêşandan.
Hevserokê Desteya Çand û Hunerê yê kantona Hesekê Iliyas Seyîdo di pêşengehê de axivî û wiha got:
”Li darxistina pêşengehê li deverek wiha dîrokî tê wateya em giringiyê didin şûnwar û çanda xwe”
Armanca Komîtê ji vê pêşengehê hişiyar kirina civaka nû ji bo giringiya folklor û xwedîderketina li mîrateyê ye.
Tilbêder yek ji deverên giring yên dîrokîne.