Faris Herbo: Civaka Êzidî dixwaze xwe bi xwe rêve bibe

Berpirsê Têkiliyên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo destnîşan kir ku civaka Êzidî bi berxwedanê plana dagirkirina Şengalê ya di navbera PDK û Hikumeta Iraqê de vala derxist.
Herbo dazanîn ku di sala 2020’an de di kampên Başûrê Kurdistanê 285 keç û xortên êzîdî xwe kuştine an jî darvekirine.
Herbo diyar kir ku yên li ser Şengalê peyman çêkirin rê nadin gel vegere li ser xaka xwe.

Berpirsê Têkiliyên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo têkildarî plana dagirkirina Şengalê ya di navbera PDK û Hikumeta Iraqê de û rewşa dawî ya Şengalê ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Faris Herbo diyar kir ku yekemcar piştî 73 fermanan civaka Êzidî xwe bi xwe rêvedibe dibe xwedî sazumanî ye.

Faris Herbo diyar kir tevî hemû astengiyan jî bi saya xebatên Rêveberiya Xweser bi saya xelkê Şengalê planên PDK û dewleta Tirk vala hate derxistin.

Herbo dazanîn ji ber ku pergala Iraqê Federal e mafê her pêkhate û olî heye ku xweser be û ev yek di madaya 4 û 5 ya destûra Iraqê de hatiye qebûl kirin.

Faris Herbo: PDK hebûna Êzidiyan qebûl nake

Herbo diyar kir ku her çendî PDK sîxuriya tirkiyê bike, şerê taybet li ser Şengalê bimeşîne jî lê ti kesî nekarî Êzidiyan ji doza wan dûr bixe. Gelê Êzidî yê berxwedêr êdî dixwazin xwe bi xwe rêvebibin.

Herbo bal kişand li ser peymana 9’ê Cotmehê ya dagirkirina Şengalê û got:

“Armanca yekem a vê peymanê ew bû ku tişta ku bi riya DAIŞ’ê nekarîn bikin, vê carê bi riya Iraqê bi navê qanûnê bidin kirin.

Ji bo civaka Êzidî bi xwe xwe rêve nebe ev plan hat kirin.”

Di sala 2020’an de 285 keç û xortên Êzidî di kampan de xwe kuştin

Herbo destnîşan kir ku di sîstema Başûrê Kurdistanê de yek maf ji bo civaka Êzidî nehatiye dayîn, lewma wê Êzidî bi xwe mafên xwe misoger bikin.

Herbo dazanîn ku di sala 2020’an de li kampên Başûrê Kurdistanê ji ber zextan 285 keç û xortên Êzîdî xwe kuşt û darvekir

Herbo diyar kir ku PDK’ê Şengalê li ber çavê gel reş dike û rê nade gel vegerin li ser axa xwe. Bi taybetî jî piştî peymanê nahêle gel vegere.

Berpirsê Têkiliyên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo di dawiya axaftina xwe de banga vegerê li welatiyên Êzidî kir.

Back to top button