
Bi sedan şêniyên gundewarê Dêrazorê cenazeyê du şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li goristana Şehîd Xidir Hemada bi merasîmekê spartin axê.
Şêniyan cenazeyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Ebid û Mihemed El-Hilû, yên ku dema erka xwe bi cih dianîn, şehîd bibûn bi merasîmekê li goristana Şehîd Xidir Hemada ya li herêma Ebû Xeşeb spartin axê.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî dest pê kir.
Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar Saib axivî, sersaxî ji malbatên herdu şehîdan re xwestin û got: “Em di mercên dijwar re derbas dibin, madem dijmin destdirêjî welatê me dike, em ê şehîdan bidin û xak û gelê xwe biparêzin.”
Saib soza şopandina rêya şehîdan da.
Piştî axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.
Girse cenazeyê şehîdan di nav tilîliyên dayikan û diruşmeyên “Şehîd namirin” de spartin axê.