Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî hêzên hikumeta Şamê li çolistana Sûriyê kirin

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li çolistana Sûriyê kirin, balafirên Rûs jî zêdeyî 40 êrîşî li herêmê pêk anîn.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hemwextî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê ya li çolistana Xenam El-Elî, Bûhemed ên gundewarê rojhilatê Reqayê, 3 balafirên şer ên Rûsî bi nobedarî çolistana Sûriyê bomebaran kirin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku balafiran bejahiya Suxna ya gundewarê rojhilatê parêzgeha Homsê jî bomebaran kir.

Balafirên Rûsî, di 14 saetên dawî de 40 êrîş li herêmên çolistana Sûriyê pêk anîn.

Li gorî çavdêriyê, hêzên hikumetê maşîneyên leşkerî yên mezin li ser rêya Asreya- Xenasir ên gundewarê rojhilatê Hemayê belav kirin.

Back to top button