LI QERS; MELETÎ Û ÇEWLIKÊ XEBATÊ HILBIJARTINÊ DIDOME

Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê bê navber didomin.
Hevserokên HDP’ê ev 6 rojin bê navber li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mîtîngan li dar dixe.
Hevserokan gotin:
31’ê Adarê wê gel îradeya xwe hilbijêre.

Ji bo hilbijartina herêmî HDP’ê bernameyek tîr û tije deynaye pêşiya xwe.

Li bajarên Melatiya, Qers, Bedlîs û Çewlîg xebatên hhilbijartinê hebû.

BÛLDAN: WÊ GELÊ ERDÎŞÊ ÎRADEYA XWE HILBIJÊRE

Tura hilbijartinê ya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ku di 1’ê Adarê de li Cizîrê dest pê kir di roja 6’emîn de ye.

Pervîn Bûldan îro li Erdîşê bû.

Buldan di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku xelkê Wanê bi kelecnek mezin li benda 31’ê Adarê ye û got:

Ev du roj in, li Wanê me. Li her deverê heman coş û kelecan heye.

Wan keleha me ye û wê tu demê ev keleha me nekeve xwarê.

Gelê Erdîşê di her hilbijartinê de dîrok nivîsandiye û û wê di 31’ê Adarê de jî dîrokê binivîsîne.

Bûldan û şandeya pê re piştî Erdîşê çûn Rêya Armûşê.

TEMELLÎ: DI 1’Ê NÎSANÊ DE EM Ê ÇAVÊ XWE LI HÊVIYÊ VEKIN

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û şandeya pê re piştî hevdîtina li Tetwanê derbasî navçeya Norşînê ya Bedlîsê bûn.

dimenê pêşwazîkirinê her hebe hineke bi herikînin.

Ji bo tirsandina gel jî polîs li her koçe û kolanê hatibûn bicihkirin.

Li ber buroya hilbijartinê bi sedan kom bûn û li ber stranan govend gerandin.

Polîsan li vir xwe li coşa HDP’yî yan ranegirtin û 2 ciwan binçav kirin.

Temellî û şandeya pê re piştre ji bo hevdîtina bi gel re çûn Bedlîsê.

TEMELLÎ: GEL WÊ DI 31’Ê ADARÊ DE BERSIVÊ BIDIN ERDOGAN

Temellî li Bedlîsê bal kişande ser êrîşên li ser HDP’ê û got:

Kurd û muxalîfên AKP’ê wê bi deverekê ve neçin.

Hemû gelên Tirkiyê wê 31’ê Adarê bersiveke xweş bidin Erdogan.

Her wiha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hevşaredariya navçeya Pasûr a Amedê Emîn Ay namzet nîşan da.

Li aliyek din, li Taxa Berçem a girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê, piştî ku 7 zarok tevlî pîrozbahiya vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû hatin binçavkirin.

Hate ragihandin ku zarokên ku temenê wan navbera 12-16 salî li Midûryeta Emniyetê hatin girtin.

Leave a Reply

Back to top button