20 girtîgehên veşartî yên çeteyan li Efrînê hene

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan bi raporekê bal kişand ser revandinên zêde yên li Efrînê tên kirin û da zanîn ku 20 girtîgehên veşartî yên çeteyên Tirkiyê li wir hene. Çavdêriyê teqez kir jî ku girtîgeha Tirindê ya herî xeter e û ji aliyê MÎT’a Tirk ve tê birêvebirin.

Di nava dojehê de, girtîgehên veşartî jî hene..

Li Efrîna dagirkirî ku hovên Tirkiyê ev veguherandiye dojhe, roj bi roj sûc û binpêkirinên dermirovî tên belgekirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku, 20 girtîgehên veşartî yên çeteyan li Efrînê hene.

Ev sûc li sûcên din ên li dijî mirovan zêde dibe û rastiya herêmên li jêr dagirkeriya Tirkiyê radixe ber çavan.

Di rapora Çavdêriya Sûrî de, dubare hat piştrastkirin ku ji roja yekemîn a dagirkirina Efrînê de, hemû cure sûc li dijî şêniyên resen hatine û tên kirin.

Hejmara van girtîgehan li hember revandinên rojane hindik e jî..

Çavdêriyê teqez kir ku, girtîgeha Tirindê ya herî xeter e û ji aliyê MÎT’a Tirk ve tê birêvebirin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, dagirkeran di sala 2020’an de, 987 sivîl revandine.

Li gel vî sûcê revandinê, heman çavkaniyê kirinên dagirkeran ên din jî bi bîr xist, mîna diziya mal û milkan û tundiya li dijî şêniyên Kurd taybet.

Dagirkeran ji Efrînê du sivîl revandin

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê rojane sûcên xwe yên hovane li dijî sivîlan zêde dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûrî ragihand ku 11’ê Çileyê, çeteyên dewleta Tirk du sivîl li navenda Efrînê revandin.

Çeteyan bi tawanên ne rast şêniyên bi navê Mihemed Hemo yê ji gundê Qurtqilaqê û Mihemed Xalid yê ji pêkhatiya ereb revandin.

Rêxistinê da zanîn ku her du sivîl karkerên paqijiyê ne, dema li ser erkên xwe bûn hatin revandin.

Back to top button