4 çeteyên DAIŞ’ê li Efxanistanê hatin girtin

Li Efxanistanê, hêzên Ewlehiyê Efxanî, şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê ji hev xist.

Hikumeta Efxanistanî ragihand ku Sêşemê hêzên Ewlehiyê li Kabûlê, li dijî şaneyekê DAIŞ’ê ku xwe amedekiribû êrîşekê li dijî balyozê Amerîkî yê li Efxanistanê û hin berpirsên welêt bike, operasyonek leşkerî pêk anî.

Di encama operasyonê de, şaneya ku ji 4 çeteyan pêk dihat, hat girtin.

Duh jî 3 leşkerên jin li parêzgeha Mezar El-Şerîf di encama êrîşekê de ku heta niha ti aliyî negirtiyê ser xwe, hatibûn kuştin.

Back to top button