Li Germiyanê ciwanekî jiyana xwe ji dest da yek jî birîndar bû

Li Germiyanê, di encama teqîna bombeyekê de, ciwanek jiyana xwe ji dest da.

Duh di saetên êvarê de, li gundê Bele Xaru yê bajarokê Zinane yê Germiyanê bombeyek ku berê hatibû çandin, bi di 2 ciwanan ve teqiya.

Li gorî agahiyên ku ji rayedarên herêmê hatine ragihandin, di encama teqînê de ciwanê bi navê Salih Azad jiyana xwe ji dest da, Rizgar Sabir jî birîndar bû.

Devera ku bombe lê hatiye teqandin, hinek caran liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê lê çêdibû.

Back to top button