
Nîşaneyên nakokiyên dinavbera tirkiye û Emerîkayê de diyar dibe.
Ev yek jî ji lireyê Tirkî ya li hemberî Dolar kêm dibe.
Ev yek piştî biryara Trump a sekinandina hin taybetmedniyên aborî ji bo Tirkiyê û Hindê pêk hatiye.
Çavdêr vê zexta Emerîka bi mijara kirîna fuzeyên S-400 ên Rûsî ve girê didin.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîka di vê demê careke din zextên aborî li Tirkiyê dike.
Herî dawî Serokê Emerîka Donald Trump derbeyek din li bazirganiya derve û aboriya Tikriyê xist.
Ev yek bi riya sekinadina hin hêsankariya bazirganî ji bo Tirkiyê û Hindê ku sûdên mezin jê werdigirtin pêk hat.
Tevî ku Trump hincetên weke fonên welatiyan zêde bûye, rêjeya feqîrtiyê nemaye û derfirotinên wê zêde bûne dibêje jî, lê belê xuya ye ku bi mebesta lawazkirina aboriya Tirkiyê ev biryar daye.
Ev taybetmedniyên navborî dihişt ku, madeyên dewletên feqîr bi awayekî hêsan derbasî bazarên Emerîka bibin.
Tebaxa 2018’an buroya nûnerê bazirganiya Emerîkî gotibû, ji ber ku Tirkiyê rastî zextên aborî hatiye, hêjaye derbasî çarçoveya dewletên ku sûdê ji taybetmendiyên aborî digirin, bibe.
Ji xwe wê çaxê emerîka ku girtina Keşe Brunson dikir bihane, gelek zextên aborî li Tirkiyê kir.
Piştî biryara dawî ya Trump careke din dolar li hemberî lîreya Tirkî bilind bû.
Di halê hazir de, her dolarekî emerîkî 5.38 lîreyên Tirkî dike.
EGER TU S-400 BIKIRÎ TU F-35 NABÎNÎ
Çavdêrên rewşê abroriya Tirkiyê bi siyaseta Erdogan a şaş ve girê didin û bi taybet dispêrin israra wî ya kirîna sîstema fuzayên S-400 ji Rûsyayê.
Têkildarî mijarê Wezareta Karê Derve ya Emeîrka diyar kir ku, Tikriyê ji bo kirîna fuzeyên S-400 gav avêtine, lê belê ev yek Emerîka neçar bihêle ku beşdarbûna Tirkiyê di bernameya balafirên f-35 de, di ber çavan re derbas bike.
Berdevkê wezaretê Robêrt Baldîno destnîşan kir ku, wê ev gava Tirkiyê bihêle em careke din beşdabûna Tirkiyê ji bernameya F-35 re binrirxînin û wê ev yek gefê li firotina çekan ji Tirkiyê re bike.
Li aliyê din jî Fermandarê Hêzên Emeîrkî li Ewropayê General Cortîs Skabarotî 2 bijarde dan pêşiya Tirkiyê ew jî ya kirîna S-400 yan jî F-35 e.
Skabarotî teqez kir ku, eger Tirkiyê di kirîna fuzeyan de bi israr be, wê Emerîka balafirên xwe yên pêşketî ango F-35 nefiroşê û got,
Divê Tirkiyê kirîna fuzeyan ji Rûsya careke din di ber çavan re derbas bike yan jî wê balafir û sîstemên leşkerî yên Emerîkî yên din ji dest bide.
Ji ber S-400 li ser F-35 gefek e.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku, kanûna 2018’an Emerîka firotina duzeyên Patriyot ji bo Tirkiyê bi qasî 3 Milyar û 500 melyon erê kiribû..
Bi vê yekê eşkere dibe ku, krîza aborî di navbera Emerîka û Tirkiyê de kûr e û pisporên aboriyê dibînin ku, wê aboriya Tirkiyê di salên bê de xerabtir bibe.