Li cîhanê pêngava “Dema wê ye” berfireh dibe

Li cîhanê pêngava “Dema wê ye” berfireh dibe. Piştî pêngava rêxistinên Koma Xebatê ya Kurd û Konfederasyona Sendîkayan a Başûrê Afrîkayê yên Afrîkaya Başûr, 3 rêxistinên din yên cîhanî jî tevlî pêngava azadiya Rêber Ocalan bûn.

Di qada navdewletî de, çalakiyên ji bo azadiya Rêber Ocalan roj bi roj berfireh dibin.

10’ê mehê, rêxistinên Afrîkaya Başûr ji bo azadiya Rêber Ocalan pêngavek “Dema Wê Ye” dabûn destpêkirin.

Konfederasyona Sendîkayan a Afrîkaya Başûr diyar kiribû ku ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyê, dema azadiya Ocalan hatiye.

Yekîtiya Parêzeran a ji bo Mafên Mirovan a Cîhanê û Demokrasiya Ewropayê (ELDH), New World Summit (Civîna Bilind a Cîhanê ya Nû) û Tifaqa Parastina Azadî û Mafan a Navneteweyî (AIDL) jî ragihand ku ew tevlî pêngavê bûne.

Di daxuyaniya ELDH’ê de hate ragihandin ku ew piştgiriyê didin pêngava “Dema wê ye”.

Saziya Yekîtiya Parêzeran jî diyar kir ku divê NY ji bo azadiya Ocalan bikeve nava liv û tevgerê.

Hêjayê bi bîrxistinêye ku komeleyên ELDH’ê li Yûnanistan û Tirkiyê, li welatên Bask, Belçîka, Bûlgaristan, Almanya, Îngîlîstan, Fransa, Yûnanistan, Îtalya, Makedonya, Rûsya, Sirbîstan, Swîsre, Spanya û Ûkraynayê hene.

New World Summit jî ku navenda xwe li Hollandayê ye, salên dawî bi taybet ji bo Rojava, hem li Rojava hem jî li Ewropayê çalakiyên hunerî-siyasî yên cihêreng li dar dixe û bi beşdariya beşên civakî û siyasî yên berdêl, rûniştinên meclisê pêk tîne.

Rojnameya Junge Welt piştgirî da azadiya Ocalan

Her wiha Rojnameya Junge Welt, ku li Almanyayê rojane tê weşandin,
di hejmara xwe ya 13 mehê de, rûpelek bi temamî ji pêngava “Dema wê ye: Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re” ya sendîkayên Îngiliz re veqetand.

Li Brîtanyayê, sendîkaya herî mezin a ku 1.5 milyon endamên xwe hene, Unite the Union û sendîkaya GMB’ê ku 700 hezar endamên xwe hene, ev demeke bi navê “Azadî ji Ocalan re” pêngavê dimeşîne.

KCDK-E pêngava şandina e-maîl û nameyan ji sekreterê NY re da destpêkirin

Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E’yê jî ji bo balêbikişîne li ser tecra Rêber Ocalan pêngava şandina e-maîl û nameyan ji Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres re da destpêkirin

KCDK-E’yê got:

”Li hemû cîhanê tê qebûlkirin ku ramanên Rêber Apo çareseriyê tîne. Divê rêber Apo azad bibe.

KCKD-E’yê bang li hemû kurd û dostê wan yên li cîhanê kir ku bi sed hezaran e-maîl û nameyan bişînin, Antonîo Guterres re da ku ji bo tecrîda li ser Rêber Ocalan bi erka xwe rabe.

Back to top button