Oldarên Reqayê: Dewleta Tirk ola Îslamê bi kar tîne divê ciwan nekevin xefkê

Oldarên Reqayê diyar kir ku hişmendiya dewleta Tirk a Îxwanî di êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de eşkere bû. Li ser vê jî oldaran bang li ciwanan kir ku nekevin xefka diruşmên olî yê Tirkiyê.

Hewldanên fitneyê û çandina fikirên tundrew, li gel armancên cuda, siyaseta Tirkiyê ya sereke li Sûriyê ye.

Jixwe ev yek bi rêya xîtaba olî ya tundrew ji aliyê serokkomarê Tirkiyê Erdogan tê pêkanîn.

Li ser van siyasetan, navendên olî yên herêmê, her di nava hewldanên hişyarkirina ciwanan de ne.

Berdevkê Nivîsgeha Fetweyan a Saziya Olî ya Reqayê Şêx Ebid Seîd Ferec bang li ciwanan kir ku nekevin xefka diruşmên olî yên dewleta Tirk.

Erdogan bi sûcên xwe ola Îslamê reş kir û bi rêya hestên olî berjewendiyên xwe pêk tîne.

Divê ciwan nekevin xefka diruşmên olî, ji ber paşê wê xwe di nava şerekî ku ti girêdana wan pê nîne, bibînin.

Berdevkê Nivîsgeha Hişyar û Şîretê ya Saziya Olî yê heman deverê Şêx Ehmed Aronî jî li ser êrişên dewleta Tirk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotina xwe hebû.

Hişmendiya Îxwanî ya dewleta Tirk di êrîşên wan li ser Eyn Îsa û siyaseta wan li Serê Kanî û Girê Spî de eşkere dibe..

Çi kuştin, çi dizî, revandin û çi destdirêjiya li jinan.

Hikûmeta Erdogan balafirgeh û sînorên xwe ji tevahî çeteyên cîhanê re vekiriye, piştevaniya wan a madî dike û wan vediguhêze Sûrî û Lîbyayê.

Back to top button