Xelîl Ebdo: Bi têghiştina gelê herêmê wê komplo bi bin kevin

Endamê Desteya Serokatî ya MSD’ê Xelîl Ebdo destnîşan kir kirinên hikumeta Şamê û lihevkirinên wê yên bi dewleta Tirk re yên li dijî Rêveberiya Xweser bi ser nakevin. Ebdo da zanîn ku têgihiştina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê tevahî komployan bi bin bixin.

Endamê Desteya Serokatî ya MSD’ê Xelîl Ebdo destnîşan kir ku kirinên hikumeta Şamê û lihevkirinên wê bi dewleta Tirk re yên li dijî Rêveberiya Xweser, bi ser nakevin.

Hate ragihandin ku hefteya borî, Rêveberê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan bi rêya Rûsyayê çû Şamê.

Serdana Hakan Fîdan di demekê de pêk hat ku dewleta Tirk êrîşî Eyn Îsa û Til Temirê dike, Hikûmeta Şamê jî li Qamişloyê tevliheviyê derdixe.

Bi vî awayî, êrîşên li ser Eyn Îsa û derxistina tevliheviyê li Qamişloyê bi hev girêdayî ne, lewam lihevkirina herdu aliyan derdikeve holê, ku dixwazin Rêveberiya Xweser tengav bikin.

Xelîl Ebdo derbarê lihevkirina Hikûmeta Şamê bi Tirkiyê re li dijî herêmê, li gel ajansa nûçeyan ANHA’yê axivî.

Hikumeta Şamê ji qelsbûna xwe hewl dide xwe xurt bike.

Ev hikûmet xwe bi dewleta Tirk a dagirker xurt dike da desthilata xwe biparêze.

Eger desthilatiya wê nîştimanî bûya, dê bi Rêveberiya Xweser re ba, ne bi dewleta Tirk a dagirker re ba.

Ebdo destnîşan kir ku hikumeta Şamê bi rêya afirandina fîtneyan di nava eşîran de, dixwaze van herêman vegerîne, lewam xwe dispêre hêzên derve mîna Îran, Tirkiye, Rûsya û ji bilî çareya leşkerî ti rêyên din qebûl nake.

Di demên dawî de, Hikûmeta Şamê şaneyên xwe berdan nava herêmên Ereban, da ku tevliheviyê çêke û hewl dide bi rêya gefan, eşîrên Ereb li dijî Rêveberiya Xweser sor bike.

Me parastina aştiya navxweyî û aştiya cîhanê kir.

Bi hevgirtina tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, me şerê hêzên tarî kir û herêmên xwe bi rê ve bir.

Endamê Desteya Serokatî ya MSD’ê destnîşan kir ku hêviya vegera hikûmetê bo herêmê tune ye, ji ber têgihiştina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê tevahî komployan bi bin bixin.

Endamê Desteya Hevserokatiya (PYD) Aldar Xelîl jî derbarê lihevkirinê de, destnîşankirbû ku wê planên dewleta Tirk û hikûmeta Şamê neçin serî û bi bin kevin.

Back to top button