NETEWÊN YEKBÛYÎ:DERBARÊ ÊRÎŞÊN LI SER ÊLEK ZERAN DIVÊ LÊKOLÎN VEBE

Netewên Yekbûyî îro, daxwaz ji hikûmeta Fransî kir ku derbarê “bikaranîna tundiya zêde” li dijî xwepêşanderên Êlek Zeran lêkolînekî veke.

Nûnera Mafên Mirovan li Netewên Yekbûyî, Mîşal Başliyêh, di axaftineke xwe li pêşiya Meclisa Mafên Mirovan li Cinevê de got:

“Em bang li Hikûmeta Fransayê dikin ku diyalogê bidome.

Her wiha em daxwaz ji hikûmetê dikin ku derbarê tundiya li dijî xwepêşandanên Êlek Zeran dest bi lêkolînek berfireh bike.”

Beriya niha jî gelek rêxistinên hiqûqî yên Ewropayê fikarên xwe derbarê êrîşên hikûmûta Fransî li dijî Êlek Zeran anîbûn ziman.

Alîgirên Tevgera Êlek Zeran jî, beriya mehekî nameyek ji serokomarê Fransa Macorn re şandibûn û tê de tundiya ku polîsan li dijî xwepêşadanan dikin, rexne kiribûn.

Hêjayî gotinê ku xwepêşandanên Êlek Zeran beriya 3 mehan ji ber bihabûna sotemeniyê dest pê kirin.

Li gorî agahiyan heya niha di çalakiyên Êlek Zeran de, 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha 2 hezar birîndar bûne û 6 hezar kes jî hatine binçavkirin.

Leave a Reply

Back to top button