Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 33 kesên din bi Coronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 saetên dawî de 33 kes bi koronayê ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi koronayê ketine, 12 mêr in û 21 jin in:

Li gorî vê,

Hesekê 2, Qamişlo 2, Til Tmir 2, Dêrik 4, Girkê Legê 1, Kobanê 2, Reqa 5, Tebqa 6, Dêrazor 2, Minbic 4, Şehba 1 û Kampa Holê jî 2 kes pêketine.

Dr. Mistefa anî ziman ku 7 kes jî ji corona baş bûne.

Bi van daneyan, hejmara pêketiyên coronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 8 hezar û 285 kesan, ji wan 284 kes mirine û hezar û 170 kes baş bûne.

Back to top button