Buroya Hiqûqê ya Sedsalê rapora girtîgeha Îmraliyê eşkere kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rapora Nirxandina Girtîgeha Îmraliyê ya 2020’î bi raya giştî re parve kir.
Di raporê de ku ji 31 xalan pêk tê, behsa sîstema tecrîdê ya Îmraliyê tê kirin û bang li hemû bêşen civakê tê kirin ku tevlî têkoşîna edalet û hiqûqa demokratîk bibin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriyê ji Rêber Ocalan dike rapora nirxandina girtîgeha Îmraliyê ya 2020’an ji raya giştî re parvekir.

Buroyê di raporaxwe de diyar kir ku dewleta Tirk di sala 2020’an de tecrîdekî mutlaq li ser Rêber Ocalan û hevalên li gel wî xist meryetê.

Bûroyê dazanîn ku sala 2020’î bû saleke welê ku di serî de mafê hevdîtina bi malbatê û parêzeran, mafê axaftina bi telefonê, şandina name û faksê û agahî wergirtinê, hemû mafên Rêber Ocalan hate qedexekirin

Bûroyê got:

“Ev rewş ji binpêkirina mafekî yan jî gelek mafan wêdetir veguheriye ‘Tecrîda Mutleq’ ku tê wateya êşkenceya bi rêk û pêk.”

Bûroyê balkişand li ser daxuyaniya CPT û ya Heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî û dayar kir ku tecrîd û nebûna mafên mirovan li girtîgeha Îmraliyê bandorê li şert û mercên girtiyên li tevahiya welêt dike.

Ev 21 sale tecrîda li ser Rêber Ocalan bi awayekî kêfî didome

Bûroyê diyar kir ku tevî raporên CPT’î jî polîtîkaya astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran jî 21 sal in bi awayekî kêfî didome.

Bûroyê di berdewamiya nirxandina xwe de diyar kir ku ji bo di zîndanan de texrîbatên sala 2019’an careke din rû nede, divê rêxistinên mafên mirovan û raya giştî bi berpirsiyar tevbigerin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Heta Rêber Ocalan azad nebe tecrîd bidawî nabe

Di raporê de ku ji 31 xalî pêk tê, qala sîstema tecrîdê ya Îmraliyê tê kirin ev bang hate kirin:

“Em bang li her kesên xwedî hesta berpirsyariyê dikin ku tevlî têkoşîna edalet û hiqûqa demokratîk bibin.

Dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî binpê dike.

Bidawîkirina vê sîstemê, tenê bi wekhevî hiqûqî û azadiya Ocalan û gelê Kurd a mîna gel û mirovên din dibe

Ji bo dawîanîna pergala tecrîd û êşkenceya Îmraliyê divê Konseya Ewropayê, CPT jî bi erka xwe rabe.

Back to top button