Artêşa Tirk gundên Şehba û Efrînê bi dijwarî topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên herêmên Şehba û Efrînê bi dijwarî topbaran kirin.

Îro derdora saet 1’ê piştî nîvro, artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Semûqa û Herbel û bendava Şehbayê yên Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin.

Artêşa dagirker gundên Merenaz, Malikiyê û Şiwarxa yên Efrînê jî topbaran kirin.

Derbarê encama êrîşan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Duh di seatên şevê de jî, artêşa Tirk gundên Mişêrfê û Cehbel ên navçeya Eyn Îsayê careke din topbarankirin.

Hemwextî êrîşa dagirkeran li ser gundên navborî, rêya M4 jî bi dijwarî hat hedefgirtin.

Back to top button