Mixalîfê Rûsî Navalny vedigere Rûsya

Lîderê Mixalîf yê Rûsî Aleksey Navalny yê ji ber jehirdanê çûbû Almanya, ragihand ku wê di 17’ê Çileyê de vegere Rûsya.

Aleksey Navalny di peyama li ser hesabê xwe yê civakî parvekirî de îşaret bi dema jehirdanê û hatina xwe ya Almanya kir.

Navalny diyar kir ku ew dixwaze her demê li welatê xwe vegere û dazanîn ku wê 17’ê Çile li mala xwe vegere.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov di daxuyaniya we ya 15’ê Îlonê de gotibû, Navanlî azade ku kengê li Rûsya vegere.

Navalny dema ji bajarê Tomsk berê xwe dida Moskova di 20’ê Tebaxa 2020’an de rewşa xwe ya tenduristiyê nebaş bû.

Balafir bi neçarmabû dakeve bajarê Omsk.

Piştî wê bi 2 rojan bi balefirê Navalny ji bo Berlînê hatibû şandin.

Bizîşkên Alman piştrast kiribûn ku Navalny hatiye jehirdan.

Navalny weke mixalîfê herî zêde yê li dijî nelirêtiyê li welat xebat dike tê naskirin.

Back to top button