Li Kobanê, 2 birayên hev di encama qezaya trafîkê de, jiyana xwe ji dest da.
Vê sibehê qezayek li ser rêya Helebê nêzî gundê Dungir ê dikeve başûrê kantona Kobanê , rû da.
Di qezayê de, birayê mezin Omer yê 14 salî, yekser jiyana xwe ji dest da û yê din ku temenê wî 12 salî ye li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Hêjaye gotinê ku li gundê Dungir ku rêya Kobanê-Helebê tê re derbas dibe gelek qeza çêdibin, ji ber mal û dikan nêzî rê ne û ajokar xemsar in.