Çalakiya greva birçîbûnê li zindanan, Mexmûrê û Yewnanistanê dewam dikin

Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan li zindana, Mexmûr û Yewnanistanê berdewam dikin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehên Tirkiyê, bi vînek mezin di roja 49’an de didome.

Bi vê yekê her ku berxwedana li dijî tecrîdê berfireh dibe êrîş û zextên li ser girtiyên jî zêdetir dibe.

Li girtîgeha Mereşê girtiyê bi navê Baran Gul ji malbata xwe diyar kir ku gardiyanan êrîş bir ser girtiyên di greva birçîbûnê de.

Di encama êrîşa li ser girtiyan de, milê Baran ji cih derdikeve û milê hevalê wî jî dişke.

Piştî bîhîstina bûyerê malbata Baran Gulan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Edeneyê da û giliyê gardiyanan kir.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li kampa Mexmurê jî di roja 28’emîn de bi biryardariyek xurt dewam dike.

Çalakiya li kempa Lavrîo ya Yewnanistanê jî di roja 11’an de ye.

Back to top button