119 ROJ IN LEYLA GUVEN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE

Bi îradeyeke xurt û moraleke bilind Hevseroka KCD Leyla Guven çalakiya xwe di roja 119’an de didomîne.
Destekdaîn û piştgiriya bi çalakiya Leyla Guven û çalakiyên din re jî her ku diçe xurtir dibe.
Her wiha Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de jî bi biryardarî dewam dike.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan 8’ê Mijdara 2018’an li Zindana Amedê dest i çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir.

Guven 119 roj in tevî hemû astengiyan jî bi biryardarî û baweriyeke xurt li ber xwe dide.

Di roja 118’an de Wezareta Tenduristiyê ji bo Guven bişîkek şand mala wê lê Guven kontrola bijîşk careke din red kir.

GIRTIYÊN ZINDANAN GREVÊN XWE DIDOMÎNIN

Tevî çalakiya Leyla Guven Çalakiya girtiyên berxwedêr ên di zindanan de didome.

Çalakiya koma girtiyên destpêkê ku 16’ê Kanûnê dest pê kirî, 81 roj in didome.

Di 1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

Di 3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê ketin grevê.

GELÊN TIRKIYÊ PIŞTGIRIYA XWE BI ÇALAKIYAN RE NÎŞAN DAN

Destekdayîna bi çalakiyên greva birçîbûnê re jî dewam dikin.

Welatiyên Tirkiyê yên suryanî, elewî û laz jî , destnîşan kirin ku çalakiya Leyla Guvenê, rêyeke ronî li ber gelên Tirkiyeyê vedike û gotin:

“Bexwedana çalakgerên di greva birçîbûnê de berxwedana me ye.”

JI BO LEYLA GUVEN KAMPANYA HAŞTAGÊ HAT DESTPÊKIRIN

Jinên ku kampanya îmzeyan dane destpêkirin, bi silogana “Em deng didin Leylayê Em jiyanê diparêzin” kampanya heyşteka #EmBibinDengêLeyla dan destpêkirin.

CIWANAN BI PANKARTÊN DALIQANDÎ PIŞTGIRÎ DAN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên Wanê, pankarta wêneyê Leyla Guven û nivîsa “Bijî Berxwedana Zindanan” daliqandin.

Ciwanan bi armanca balê bikişînin ser çalakiya Leyla Guven û girtiyan ev pankart daliqandin.

http://mezopotamyaajansi12.com/kr/HEM-NCE/content/view/49538

Bi heman armancê, li ser dîwarên Seyhanê nivîsên “Bijî berxwedana zindanan”, “Deng bide berxwedanê”, “Kîtlita aştiyê Îmraliye” û “Tecrîdê bişkîne, faşîzmê parçe bike” hatin nivîsand.

Leave a Reply

Back to top button