Li Idlibê 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin 7 jî birîndar bûn

Li gundewarên Idlibê, dîsa şer û pevçûn rû da, 4 leşkerên hêzên hikkumeta Şamê hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh çeteyên Tirkiyê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li paregeha El-Zeyton li bakurê gundê Hezarîn li gundewarên Idlibê bi mûşekan kirin armanc.

Di encamê de, 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 7 jî hatin birîndarkirin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku fermandarekî hêzên hikumetê jî li derdora gundê Cobas ê Idlibê hat kuştin.

Her wiha hêzên hikumetê gundê Fitêra yê heman deverê topbaran kir, tenê zirarên madî çêbûn.

Hemwextî van êrîşan jî, balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê dervera qaşo bêçek digeriyin.

Back to top button