Encumena Parlamenterên Amerîkî bi piraniya dengan Donald Trump bi “arandina tundiyê” , tawanbar kir.
Di dengdanê de, hemû endamên demokrat û 10 komarparêzan destek da biryara vederkirina Trump.
Piştî nîqaşan, dengdan li ser biryara tawankirina Trump hat kirin ku alîgirên xwe arandine, da êrîşî avahiya Kongressê bikin û tevliheviyê derxin.
Di vê çarçoveyê de, mezinê komarparêzan Mitch McConnell da xuyakirin ku, ne dûr e ew jî dengê xwe li ser dûrxistina Trump bide, eger li Senatoyê were darizandin.
Li aliyekî din, piştî Twitter, Facbook, Instagramê û YouTube, Snapchatê jî hesabê Trump mayînde qedexe kir.