Operasyonên qirkirina siyasî..Hevseroka ESP’ê jî di nav de 48 kes hatin binçavkirin

Li Tirkiyê dîsa operasyonên qirkirina siyasî hebûn.
Di operasyona li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan ESP’ê de, Hevseroka partiyê Ozlem Gumuştaş jî di nav de, 48 kes hatin binçavkirin.

Li 12 bajaran, polîsên dewleta Tirk operasyonên qirkirina siyasî pêk anîn.

Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan Ozlem Gumuştaş û Hevberdevka HDP’ê ya Stenbolê ya Rêxistiniyê Pınar Turk jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.

Li Îzmîrê di operasyona dewleta Tirk de endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyaslîst (SGDF), xwendevanên Kovara Kaldiraçê û nûçegihanên ETHA’yê di nav de 48 kes hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku di operasyona ku şev hatiye kirin de polisan deriyê buroya ETHA’yê ya navçeya Aksarayê ya Stenbolê şkandine û ketine hundir.

Polîsan, di lêgerînê de hard dîskên kompîturan û qertên di dîmenkêş û wênekêşan desteser kirine.

Hat ragihandin ku di lêgerîna ku bêyî xebatkarên ajansê û parêzaran hat kirin de polîsan qaseyên kompîturan şkandine û dest danîne ser 6 hezar û 600 lîreyê li buroyê.

Hat diyarkirin ku polîsan di serdegirtinê de tabelaya partiyê ya Rêxistina ESP’ê ya Îzmîrê perçe kirine.

Polîsan, bi ser avahiya Weqfa Lêkolîn Çand Huner Estetîk Perwerde û Zanîstê (BEKSAV) de jî girtin.

Polîsan dest danîn ser kompîtur, dîmenkêş û qeydên albuma nû ya Koma Muzîkê ya Vardiya ku di bin banê weqfê de xebatên xwe bi rê ve dibe.

Back to top button