Berxwedana xelkê Şengalê di roja 44’an de didome

Çalakiya xelkê Şengalê a ku bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 44’an de dewam dike.

Xelkê Şengalê rojane serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Xelkê Şengalê diyar dikin heya daxwazên wan pêkneyên ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Ezîdiyên Ewropayê jî dest bi çalakiyê dikin

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) jî bi daxuyaniyekî berxwedan xelkên Şengalê ya li dijî peymana 9’ê Cotmehê silavkir.

MŞD’ê diyar kir, ku ji bo têkbirina vê peymana bêxêr, ji bo xwedîderketina li xweseriya Şengalê, bi taybetî xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê, ew wek meclisa derveyî welat dest bi çalakiya rûniştinê ya dorveger dikin.

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, diyar kir ku dê çalakîya wan 16’ê Çile li bajarê Hannoverê yê Almanyayê bi daxuyaniyekê dest pêk bike.

Back to top button