Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku tenê di meha Sibatê de li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber hatin kuştin û 12 jî birindar bûn .
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê rapora xwe ya meha Sibatê têkildarî bûyerên kuştin, xwekuştin, binçavkirinê weşand.
Li gorî daneyên Komeleyê, di meha Sibatê de li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve 2 kolber hatin kuştin û 12 jî hatine birîndar kirin.
Her wiha li gorî raporê, 6 kesan xwe kuştin, sê jê jin in.
Her wiha 2 jin û 2 zilam jî hatine kuştin.
Ji ber teqîna mayînan jî 3 kes bûne qurbanî.