Li Malî…3 endamên hêzên parastina aştiyê yên NY kuştin

Duh li Maliyê di encama êrîşeke çekdarî de, 3 endamên hêzên parastina aştiyê yên girêdayî NY hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Şandeya NY li Maliyê ragihand ku bombeyeke çandî bi erebeyeke wan ve teqiya, piştre hin çekdaran dest bi êrîşê kir.

Sala 2013’an, piştî kontrolkirina hin deverên bakurê welêt ji aliyê hêzên tundrew ve, şandeya NY li Maliyê hat bicihkirin.

Li gorî NY, ji sala 2013’an heta niha, 231 leşkerên hêzên parastina aştiyê yên NY li Maliyê, ji ber êrîşên çekdarî, hatine kuştin.

Tebaxa borî, meclisa leşkerî ya li Maliyê, serokê welêt Bûbekir Keyta ji desthilatiyê rakir û di bin zexteke navdewletî de, hikumt, bi awayekî demkî, radestî mecliseke sivîl hat kirin.

Aliyan wê demê li hev kir ku di nava 18 mehan de, hilbijartin li welêt pêk werin.

Back to top button