Kongra Star hebûn û nasnameya jinan parast

Kongra Star bi boneya salvegera dameziranda xwe ya 16’an daxuyaniyeke nivîskî da û got:”Em piştrast dikin ku derketina rêxistina me bersiveke rêxistinî û hişyarkirinê li beramberî înkar û nasnameya jinên Kurd, Ereb û Suryan bû.

Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera damezirandina xwe daxuyaniyek da.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de got, em damezrandina Rêxistina Kongra Star li hemû hevalên xwe yên têkoşînê, meşaleyên şoreşa me û sembolên berxwedana me yên ku ji bo jinan ber bi astên herî jor ên azadiyê ve şehîd ketine, pîroz dikin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Kongra Star di sala 2005’an de, di nava şert û mercên dijwar de hate damezirandin û got:

Em piştrast dikin ku derketina rêxistina me bersiveke rêxistinî û hişyarkirinê bû li beramberî înkar, berovajîkirina dîrok û nasnameya jinên Kurd, Ereb û Suryan ku bi hezaran salan pê re rû bi rû bûne.

Kongreya Star da zanîn ku têkoşîna wan a 16 salan bi gelek serfirazî û serkeftinan bi encam bû.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê bêtir rê li pêşiya jinan vekir ku bi kûrbûna raman û felsefeya Rêber Ocalan careke din xwe di warên siyasî, civakî, çandî, rêxistinî, aborî û leşkerî de îsbat bikin.

Koordînasyona Kongreya Star di dawiya daxuyaniya xwe de bang li jin, rêxistin û tevgerên jinan kir ku bibin yek û piştgiriyê bidin hev.

Back to top button