Jinên Kurd di nava lêgerîna wekheviyê de ne

Di demên dawiyê de li Başûrê Kurdistanê hin nûçeyên ne-rast û çêkirî li ser kêmbûna tundî û zilma li dijî jinên kurd derketine pêş. Têkildarî mijarê, Çalakvana Mafên Mirovan û zarokan Hana Şwan ji Skay News re axivî û da zanîn armanc ji van nûçeyan ew e ku rola pêşeng a jinan di nava civakê de kêm bikin.

Di van demên dawî de, li Başûrê Kurdistanê li ser jinên kurd û rola wan di civakê de hin nûçeyên nerast derketin holê.

Ev nûçe dibêjin ku tundî, êrîş, hovîtî û destdirêjî li dijî jinê li herêmê kême.

Rêxistinên ku mafên jinan li herêmê diparêzin nerazîbûnên xwe li hemberî van nûçeyan anîn ziman û diyar kirin ku ev nûçe di çarçoveya kêmkirina rola jinan di nava civakê de ye.

Her wiha dixwazin ku tundî, destdirêjî û newekheviya li ser jinê veşêrin.

Têkildarî mijarê, Rojnemevan û Çalakvana Mafên Mirovan û Zarokan Hana Şwan هانا شوان ji Sky News re axivî û got:

Em ne dinava şerekî bi mêran re ne, lê armanca me ew e ku wekhevî di nava jin û mêran de li herêmê çê bibe û rola jinê di nava civakê de bê dîtin.

Hana destnîşan kir ku jina kurd di dema çeteyên DAIŞ’ê de rastî gelek êrîş, tundî, kuştin û destdirêjiyê hat û wiha domand.

Ji wê demê û heya niha tundiya li dijî jin û zaroka zêde bûye.

Rojane Rêxistinên Mafên Mirovan û Jinan dozên tundiyê û kuştinê werdigirin.

Hana Şwan di dawiyê de bang li Rêxistinên Mafên Mirov, Jin û Zarokan kir ku bi erka xwe rabin û hîn bêhtir kar û xebatên xwe xurt bikin, ji bo rê li ber tundiya li dijî jin û zarokan bigirin.

Back to top button