Çalakiya greva birçîbûnê li girtîgehên Tirkiyê di roja 49’an de ye

Li dijî tecrîda ser Rêber Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyê di roja 49’an de dewam dike.
Koordînasyona Şopandina Greva birçîbûnê bang li Wezareta Dadê ya Tirk kir ku beriya tenduristiya girtiyên di grevê de bikeve xeteriyê tecrîda ser Rêber Ocalan bi dawî bike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehên dewleta Tirk li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan û binpêkirinan hat destpêkirin, di roja 49’emîn de, berdewam dike.

Koordînasyona Şopandina Greva birçîbûnê li Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan ÎHD’ê derbarê domandina tecrîda li Îmraliyê û çalakiyên greva birçîbûnê li zindanên Tirkiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Li ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyê ku ketiye roja 49’an de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan axivî.

Ozturk Turkdogan got ku li 107 zindanan li dijî tecrîda ser Ocalan girtî ketine greva birçîbûnê.

Turkdogan anî ziman ku ji 27’ê mijdara 2020’an heta niha girtî bi awayekî bêdem û bi dorveger ketine grevê, her wiha demek dirêj e li girtîgehan binpêkirina mafan didome.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê diyar kir ku berê jî girtiyên siyasî ji bo girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ketibûn grevê û wiha axivî:

“Bi van çalakiyan ji bo demekê tecrîd rabûbû, lê dîsa piştî 7’ê Tebaxa 2019’an hevdîtinên li Îmraliyê hatin qedexekirin.

Ev yek li dijî Rêgezên Mandela Yên Neteweyên Yekbûyî û daxwazên CPT’ê ne.

Dîsa li dijî zagona înfazê ya hêjmar 5275’an e.”

Turkdogan: Beriya tenduristiya girtiyan bikeve xeteriyê divê tecrîd bi dawî bibe

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan bang li Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê û Saziyên Şopandinê yên Cemaweriyê kirin ku erka xwe pêk bînin.

Ozturk Turkdogan got ku beriya tenduristiya girtiyên di grevê de bikeve xeteriyê divê Wezareta Dadê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bike.

Çalakiya greva birçîbûnê li Mexmûr û Yewnanistanê dewam dike

Her wiha li Kampa Mexmurê jî, li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de ye.

Bi heman armancê, li kampa Lavrîo ya li Yewnanistanê çalakiya greva birçîbûnê di roja 11’an de dewam dike.

Back to top button