ÇETE LI CINDIRÊSÊ XORTEK REVAND Û BI HOVANE ÊŞKENCE KIR

Bi bihaneyên endamtiya YPG ne, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kirinên xwe li dijî şêniyên Efrînê didomînin.
Li aliyekî revandin, êşkencekirin û standina pereyan, li aliyê din jî darazandin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên bi navê “Ehrar Eş-Şerqiye”  li navçeya Cindirêsê xortek revand.

Xortê bi navê Hisên Ebdulrehman Ibrahîm , piştî revandina wî, bi hovane hat êşkencekirin.

Li aliyekî din, dewleta Tirk a dagirker dest bi darizandina 11 sivîlên Efrînî kirin.

Îlona 2018’an ew sivîl ji Efrînê hatibûn revandin û ber bi Hatayê ve hatin şandin.

Ji bona ku kirinên xwe rewa bike, dagirkeriya Tirk sûca endamtiya YPG li wan sivîlan dike.

Leave a Reply

Back to top button