Jinên ciwan ên Helebê bi meşekê tecrîd şermezar kirin

Çalakiyên şermezarkirina Tecrîda girangkirî a li ser Rêner Ocalan û piştgiriya pêngava girtiyên azadiyê li rojavayê kurdistanê dewam dikin..
Jinên Ciwan ên bajarê Helebê û şêniyên gundê girbawî a Qamişlo daketin qadan û tecrîd şermezar kirin. Çalakiyên konvedanê jî yên li bajarên Hesekê û Qamişlo di roja 3’an de bi serdanan didomin…

Çalakiyên ji bo şermezarkirina Tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgiriya bi girtiyên azadiyê didomin.

Di vê çaroveyê de îro jinên Ciwan ên li taxa Şêxmeqsîd a Helebê bi silogana “serhildana jinên ciwan Tolhildane”meşek li dar xist.

Meş li dijî tecrîda girankirî a li ser Rêber Ocalan û dagirkeriya dewlata ji pêşiya navenda ciwanan dest pêkir û li taxa eşrefiyê vegerî mîtîngê.

Şêniyên gundê Girbawî yê Qamişlo daketin qadan

Şêniyên gundê Girbawî bi meşekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û piştgirî da pêngava greva birçîbûnê ya girtiyên di zindanên dewleta Tirk de.

Meş bi dirûşma “Em ê tecrîd û faşîzmê têk bibin, neteweya demokratîk mîsoger bikin” pêk hat.

Çalakiya kon ya li bajarê Hesekê di roja 3’an de didome

Çalakiya konvedanê ya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana girtîgehan, teqez em ê bi ser bikevin” li bajarê Hesekê li dar xistiye di roja 3’mîn de dewam dike.

Îro 11 şande ji navçeyên Til Temir, Zirganê, meclisên kantona Hesekê, desteya Tenduristiyê ya bajêr, beşdarî çalakiyê bûn.

Li konê çalakiyê, kesên axivîn dubara piştgiriya berxwedana girtiyên siyasî li girtîgehên Tirkiyê anîn ziman û gotin heta bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ewê çalakiyên xwe bidomînin.

Hinekî biherikîne çend saniyan……..

Çalakiya kon a Qamişlo di roja 3’an de dewam dike

Li bajarê Qamişlo jî çalakiya piştgirê a ku ciwanan bi diruşmeya “Dem dema azadiyê ye, teqez em ê bi serbikevin”, daye destpêkirin di roja 3’an de bi serdanan didome..

Dîmenê berê yên roja destpêkê bidin di kamera de ne…..

Back to top button