Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk deverên hev topbaran dikin

Li Idlib û Hemayê, hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk deverên hev topbaran dikin.

Çavdêriyê ragihand ku Îro hêzên hikumetê deverên cuda yên li Cebel El-Zewiyê yê li gundewarê Başurê Idlibê û herêma Sehil El- Xab yê li gundewarê Hemayê topbaran kirin.

Heman demê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bargehên hêzên Hikumetê yên li bajaroka Corîn a li rojhilatê Hemayê jî hedef girtin.

Çavdêriyê da zanîn ku duh di encama topbarana çeteyan nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li bakurê gundê Hezarîn a li Idlibê de 3 leşker hatin kuştin û 7 jî birîn bûn.

Li derdora gundê Cobas ê li gundewarê Idlibê jî leşkerekî hêzên hikumetê hat kuştin.

Back to top button