DONALD TRUMP: TEQEZ WÊ HÊZÊN ME LI SÛRIYÊ BIMÎNIN

Piştî daxwaza Kongresê, Donlad Trump biryar da ku, hêzên wan wê li Sûrî bimînin.
Ev yek di wextekê de tê ku, behsa avakirina hêzekê ji bo parastina aştiyê tê kirin.
Wezareta Karê derve ya Emerîka ragihand ku, wê Emerîka jî beşek ji vê hêzê be.

Piştî nêzî 2 mehan ji biryara Serokê Emerîka Donald Trump a vekişîna hêzên Emerîkî ji Sûrî, heman Trump ragihand ku, ew mabûna hêzên wan li Sûrî qebûl dike.

Trump nameyek ji Kongresa Emerîkî re şand û tê de mabûna hêzên wan ji bo peydakirina aramiyê û rêgirtina li pêşiya vegera DAIŞ’ê li Sûrî destek kir.

Ev name piştî ku hejmareke ji endamên Kongresê 22 Sibatê daxwazek ji bo betalkirina biryara vekişînê hêzên xwe, ji Trump re rêkiribû pêk hat.

Toreya NBC ya Emerîkî kopyayek ji nameya Trump belav kir û ev tişt di nameyê de tê gotin..

Tamam weke we.

Em hewl didin parstina hemû destkeftiyên li Sûrî hatine bidesxitin mîna, DAIŞ nema vegere, rê li pêşiya Îranê li Sûrî bigirin û bidestixitina encameke baş ji bo berjewendiyên Emerîkî di Cinêvê de misoger bikin.

Têkildarî daxwaza endamê Kongresê ya betalkirina biryara vekişînê jî Trump wiha dibêje..

Ez teqez daxwaza we erê dikin.

Tedibîrên têkildarî wê jî ketin meriyetê..

Beriya niha jî, berdevka Qesra Spî Sara Sandirs teqez kirbû ku, piştî rizgarkirina tavahiya xaka herêmê ji DAIŞ’ê wê hejamreke hêzên Emerîkî li Sûrî bimînin.

WÊ HÊZÊK CIHÊRENG AVA BIBE Û EMERÎKA JÎ BEŞEKÎ WÊ YE

Di heman çarçoveyê de jî, berdevkê wezareta Karê derve ya emerîka Robêrt Paldîno da zanîn ku wê hêzên Emerîkî jî beşekî hêza cihêreng ya bi aramnca pêşîgirtina vegera DAIŞ’ê û piştgiriya aramiya herêmê were avakirin, be.

Paldîno bêyî ku navê dewletên beşdarî vê hêzê bibin eşkere bike, diyar kir ku, danûstandin di navbera Emerîka û hevkarên wê têkildarî siberoja herêmê de didomin.

Ev yek jî piştî ku Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed ji televezyona em re gotibû ku hêza girêdayî Koalsîyonê ya li vir ava bibe ji bo parstina aramî û aştiyê ye.

Niha jî xebateke navdewletî ji bo avakirina vê hêzê tê kirin da li ser sînor were belavkirin.

Hêjayî bibîrixstinê ye ku, şervanên QSD’ê li dijî DAIŞ’ê şer dikin û dawiya hebûna çekdarî ya DAIŞ’ê nêzîk dibe.

Lê belê bîrdozî û şaneyên razayî yên DAIŞ’ê metiriyeke mezin e..

Leave a Reply

Back to top button