HRW: Erdogan bi hinceta rêjîma xwe ya zordar xurtir kir Coronayê

Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan, diyar kir ku serokomarê Tirkiyê Erdogan ji bo ku rêjîma xwe xurt bike kirîza vîrûsa Coronayê ji bo xwe bi kar anî.

Rêxistina Çavderiyê ya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) rapora xwe ya cîhanê ya sala 2021’an ku ji 761 rûpelan pêk tê amade kir.

Rêxistinê di rapora xwe de destnîşan kir ku kirîza vîrûsa Coronayê hişt ku Erdogan rêjîma xwe ya zordar kûrtir bike ku bi riya qanûnan aliyên muxalif asteng kir.

Rêxistinê diyar kir ku dewleta Tirk di sala 2020’an de, ji bo qedexekirina xwepêşandanan û armancgirtina wan belavbûna vîrûsa Coronayê wek hincet bi kar anî.

Rêxistinê eşkere kir ku rêjîma Tirkiyê bi hinceta belavbûna Coronayê bi hezaran girtî ji bernameya serbestberdana zû, dûr xistin.

Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan,bang li Civaka Navdewletî kir ku çavên xwe li êrîşên hundirîn yên rêjîma Tirk dijî demokrasiyê negirin.

Back to top button