Rêveberiya Xweser: Hikumeta Şamê bi derewên xwe, dixwaze rojevê biguherîne

Rêveberiya Xweser diyar kir ku hikumeta Şamê bi derewan, rojevê diguherîne û çavan ji ser aloziyên xwe yên hundir dadigerîne.. Rêvberiyê zimanê hikumetê rexne kir û teqez kir ku divê ew ji siyaseta xwe vegere û helwesta xwe der barê Eyn Îsayê de jî zelal bike.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku hikumeta Şamê bi derewên xwe, çavên Raya Giştî ji ser aloziyên xwe yên hundir dadigerîne û rojeva heyî berovajî dike..

Der barê peyama Wezareta Derve ya hikumeta Şamê ku ji NY re şandibû û tê de, derewên xwe têkildarî QSD bi par ve kiribû, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li ser zimanê Buroya Têkiliyên xwe ya Derve daxuyaniyek da.

Rêveberiyê teqez kir ku rijda rejîmê li ser bikaranîna xîtaba klasîk û daxuyaniyên der barê komployên çêkirî de, tenê ji bo xwe ji erkên xwe birevîne û hîna bêhtir gelên Sûrî paşguh bike.

Rêveberiyê anî ziman ku aloziya hêzên rejîmê li Qamişlo derxistî jî û girêdana wê bi tiştine ku li herêmê pêk tên, reva ji berpirsyartiyê ye.

Hema berî 2 hefteyan, li bajarê Qamişlo bi giştî aloziyeke ewlehiyê rû da û sedem jî tevgera ne rewa a Çekdarên Dîfa El-Wetenî yên Hikûmeta Şamê bû.

Bi armanca tevliheviyê, li gel endamên ewlekariyê, van çekdarn jimareke sivîl jî girt.

Ji bo gotina ku “QSD” dûvikê Amerîkayê ye jî, Rêveberiyê teqez kir ku ew xwedî vîn û xwedî biryara siyasî û leşkerî ne û ne li gorî vîna ti aliyî tev digerin.

Rêveberiya Xweser got:

Divê rejîma Sûrî dest ji van siyasetan berde ku ji êşê pê ve ti tişt ji Sûriyê re neaniye.

Her wiha divê baş li rastiyan mêze bike û helwesta xwe der barê rewşa Eyn Îsayê de û hevkariya wê bi dagirkeriya Tirk re, ku dixwaze hîna erdan bide wê, zelal bike.

Ev serê 2 mehan zêdetir, êrîşên dagirkeriyê bênavber li ser Eyn Îsayê li pêş çavên birêvebera Şamê, Rûsyayê tên kirin.

Ne tenê bêdengiya wan, ji her tiştî diyar e ku dewleta Tirk ji aliyê herdu aliyan ve bi ser vê navçeyê tê dehfandin.

Rêveberiya Xweser dubare zimanê hikumeta Şamê rexne kir, ku rê li ber çareserî û diyalogê digire û her wiha aloziya Sûriyê hîna kûrtir dike.

Rêveberiyê di dawiyê de jî teqez kir ku ew ê her di çarçoveya armanc û rêgezên ku baweriya wan pê tê de, kar bikin û daxwaza wan Sûriyeke demokratîk pirreng û nenavendî ye. Her wiha bi rola xwe ya niştimanî Sûrî jî serbilind in.

Back to top button