Xelkê Şengalê: Em derveyî hêza xwe ti hêzê qebûl nakin

Çalekiya xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 45’an de dewam dike.

Xelkê Şengalê rojane serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya bi çalakiyê re tînin ziman û diyar dikin heya daxwazên wan pêkneyên ew ê çalakiyên xwe ranewestînin.

Endama Meclisa Giştî ya Navenda Şengalê Semîre Seît li ser berxwedana xelkê Şengalê axivî û da zanîn ku dema ku ev Asayiş hate avakirin kesek li wan xwedî derneket, ên li wan xwedî derketin keç û xortên Kurdistanê bûn.

Semîre Seît bang li hemû Êzidiyên di wargehan de kir da ku vegerin ser xaka xwe û li ser axa pîroz bijîn.

Back to top button