ŞÊNIYÊN BABÊ Û AJOKARAN 2 XWEPÊŞANDAN LI DAR XISTIN

Ji ber siyaseta û kirinên dagrkeriya Tirk û meclisa ji aliyê wan hatiye avakirin li Babê şênî bi hêrsin.

Îro bi sedan şêniyên bajarê Babê û ajokaran, xwepêşandanek li dar xistin.

Bi sedan şêniyên Babê ji bo kirinên Meclisa Herêmî û çeteyên dagirkeriya Tirkiyê û bi taybet kiryarên dizî, talankirin, kuştin û revandinê, xwepêşandanek pêk anîn.

Şêniyan di xwepêşandanê de diyar kir ku ew vê siyasetê na-pejirînin û daxwaz kir ku çete ji bajarê wan derkevin.

Bi dehan ajokarên erebeyên li bajarê Babê jî li dijî Meclisa Herêmî derketin xwepêşandanê.

Ji ber ku li şûna erebeyên gelê herêmê, derfetên kar ji erebeyên Tirkiyê re peyda dikin.

Ajokaran pankartên bi nivîsa “Em erebeyên Tirkiyê di herêmên xwe de qebûl nakin,

Ji ber ketina erebeyên Tirkiyê di herêmên me de em zerer dibînin û bêkarî zêde bûye.”

Leave a Reply

Back to top button