Guterres şanderekî nû bo Lîbyayê pêşniyar dike

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres, pişniyar li Konseya Ewlekariyê ya navdewletî kir ku dîplomatê Silovakî Yan Kobic weke şanderê NY bo Lîbyayê erkdar bike.

Guterres di nameya xwe bo Konseya Ewlekariyê de diyar kir, ku ew dixwaze Kobic weke nûnerê xwe û serokê şandeya NY li Lîbyayê, li şûna Stephanie Williams bi cih bike.

Williams a Amerîkî ji 16 Adara 2020 bi awayekî demkî bi vî erkî radibe.

Li gorî çavkaniyan, ti nakokî li ser Kobic li Konseya Ewlekariyê tune ne û tê payîn Konse îro Înê, pêşniyara Guterres erê bike.

Back to top button