Rêveberiya Xweser wê projeya ava Firatê pêk bîne

Li bajarê Hesekê pirsgirêka qutkirina avê dewam dike.
Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina pisgirêkê di nav lev û tevgerê de ye.
Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Telet Yûnis diyar kir ku R.X wê bi rêya stasyona Suwer dest bi anîna ava Firatê bike.

Bajarê Hesekê hîn tiye û hîn pirsgirêka qutkirina avê heye, lê Rêvberiya Xweser li gorî derfetên xwe yên heyî ji bo vê pirsgirêkê dixebite.

Destpêkê Rêveberiyê dest bi kolandina pîran kir û di projeya El-Himê de, derdora 40 pîrî hatin kolandin.

Piştî wê Rêveberiyê dest bi belavkirina avê bi rêya sehrîcan kir.

Şaredariya Hesekê jî, 6 bîrên avê li bajêr kolandin.

Lê dîsa jî pirsgirêk bi temamî çareser nebû.

Vê carê Rêveberiya Xweser êdî dest bi kişandina avê ji ava firatê kiriye û ev yek wê bi rêya stasyona Suwer pêk were.

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Telet Yûnis bi daxuyaniyekê diyar kir ku wê proje ji sererastkirina stasyon û şaxên wê dest pê bike, ji ber gelek zirar ji aliyê çeteyan ve dîtine.

Li gorî Yûnis, ev projeya ku Rêvberiya Xweser pê rabûye, hema hema wê weke berdêl ji bo stasyona Elok be û bi rêjeya %20 avê ji şêniyan re peyda bike.

Tê payîn, ev projeya ku milyon û nîv dolar jê re hatiye terxandin, dawiya Adarê biqede.

Hevserokê Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê ya herêma Cizîrê

Der barê hîna agahiyên zêdetir, Silêman Ereb hevserokê Rêvberiya Xwecihî û Jîngehê ya herêma Cizîrê ji Televîzyona me re axivî:

Stasyona Elok stasyona sereke ye ku jê, av digihêje bajarê Hesekê û zêdeyî milyonek û nîv kesî bi av dike.

Ji destpêka ku Tirkiyê bajarê Serê Kaniyê dagir kiriye, ev zêdeyî 8 caran avê ji ser Hesekê qut dike.

Tevî hemû bangan jî, dewleta Tirk bi rijd e ku sûcên şer li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Gelek aliyên navdewletî tenê bi axaftinan ev yek şermezar kir, lê ti aliyî ne ji bo çareseriyê ne jî ji bo rawestandina kirinên Tirkiyê liviya.

https://youtu.be/6Mwg84hjZNA

Back to top button