Koalîsyona Erebî: 3 dronên Hûsiyan hatin bêbandorkirin

Li Yemenê, Koalîsyona Welatên Erebî, 3 dronên ku Hûsiyan ber bi Erebistana Sûidî ve berdabûn, bêbandor kirin.

Koalîsyona Welatên Erebî îro ragihand ku 3 balafirên bê mirov ên bombebarkirî ku ji aliyê Hûsiyan ve ber bi Siûdiyê ve hatibûn berdan, anîn xwarê.

Li gorî Koalîsyonê, navenda ku ev balafir û êrîşên terorî jê tên berdan, bajarê Hudeyda ye û bi van kirinan ev kom qanûna navdewletî binpê dike.

Herî dawî Amerîkayê xwestibû komên Hûsî bixe lîsteya terorê, lê heta niha ti gav li ser erdê nehatiye avêtin.

Back to top button