Kedkarên çapemeniya azad li dijî zext, êrîş û girtina rojnamevanan bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew ê li ber zext û êrîşan serê xwe netewînin.
Kedkarên çapemeniya azad li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxê Stenbolê li dijî zext û êrîşên li ser rojnamevanan civîna çapemeniyê li dar xist.
Gelek rojnamevan di civînê de amade bûn.
Parlamenterên HDP’ê Zuleyma Gulum û Huda Kaya û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî beşdarî civînê bûn û piştgirî dan rojnamevanan.
Rojnamevan daxuyanî da û banga bidawîkirina zext, binçavkirin û girtina rojnamevanan kir.
Rojnamevanan derbarê binçavkirina nûçegihana ETHA’yê Pinar Gayip û biryara girtina nûçegihana ETHA’yê Îsmînaz Temel bertek nîşan dan.
Kedkarên çapemeniya azad diyar kirin ku ew ê li ber zext, binçavkirin û girtinan serê xwe netewînin û wê hertim rastiyê ragihînin.