Corona..Hevserokên HDP: Dema dora me hat em ê xwe derzî bikin

Hevserokên Giştî yên HDP’ê derbarê derzîkirina Coronayê de daxuyanî dan û gotin dema dora wan were dê xwe derzî bikin.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar têkildarî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê yê Tirk Fahrettîn Koca ku banga derzîkirina Coronayê li serokên giştî yên partiyan kiribû daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Hevserokan di daxuyaniya xwe de wiha gotin:

Di nava pîvanên rîskê de dema dora me hat em ê xwe derzî bikin.

Em bi hêvî ne ku wê ev derzî li dijî coronayê bibe derman.

Hevserokan diyar kir ku wan bi Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî re hevdîtin pêk anî û dazanîn ku ev vexwendin ne li gorî bernameya berê ji bo grûpa rîskê, nexweşên kronîk û xebatkarên tenduristiyê ku hatibû eşkerekirin e.

Hevserokên HDP’ê dan xuyakirin ku divê her kes li gorî grûpa xwe û dora xwe derzî bibe.

Pêwîste pêvajoya derzîkirinê bi lez û bandor dewam bike.

Back to top button