Pêketiyên Coronayê nêzî 100 milyon û ya miriyan jî 2 milyon kes derbas kir

Sala 2021 hat û hîna jî Vîrûsa Corona metirsiya xwe ya li ser cîhanê didomîne.
Vîrûsa ku mutasyonê derbas dibe, ji demên derbas bûyî hîn bileztir belav dibe.
Vîrûsa ku daneyên pêketina wê ber bi 100 milyonî ve diçe heta niha bûye sedema mirina zêdeyî 2 milyon kesî.
Li gelek welatên cîhanê tevdîrên li dijî vîrûsê tên zêdekirin û xebatên tîma Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya ji bo derxistina koka vîrûsê li Wuhana Çînê didome.

Ji ber vîrûsa corona li cîhanê cihek aram û ewle nemaye.

Li her derê tevdîrên parastina ji vîrûsê heye.

Ev tevdîr bûne sedema ku heta hinek welatan deriyê xwe li çûn û hatinê girtine.

Li seranserê cîhanê hejmara nexweşên ku ji ber vîrusê mirine, 2 milyonî derbas kir û hejmara pêketiyên vîrusê jî nêzî 100 milyonî dibe.

Tîma Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ku ji 13 pisporan pêk tê duh gihaştin Çînê da ku têkildarî jêdera vîrusê dest bi lêkolînê bikin.

Li gorî rêxistinê vîrûsê li Brîtanya mutasyun derbas kirî, gihaşt 50 dewletên din.

Cureya li Afrîkaya Başûr derketiye jî li 20 dewletên din hatiye dîtin.

Cureya pêşketî ya vîrusa koronayê, zû belav dibe.

Agahî hene ku cureyeke sêyemîn a vîrusê li herêma Amazon a Brazîlyayê derketiye.

Li parzemîna Asyayê, Japonyayê qada rewşa awarte fireh kir.

Li Brîtanyayê ji destpêka belavbûna vîrusê ve roja çarşemê daneya rojane ya herî dijwar ragihand ku hezar û 564 nexweş mirine.

Li gorî daneyên li Swêdê duh hejmara miriyan ji 10 hezarî derbas kir.

Fransayê jî piştî ku serokwezîrên welêt roja çarşemê ragihand ku zêdetirî 23 hezar kes bi vîrusê ketine, qedexeya derketina derve ferz kir.

Hikumeta Îtalyayê, rewşa awarte heta 30`yê Nîsana bê dirêj kir.

Li Tirkiyê jî hemleya derzîkirina bi derzîkirina Çînê (Koronavac) dest pê kir.

Li Lubnanê ji bo rêgirtina li pêşiya zêdebûna rêjeya pêketina vîrusê û sivikkirina barê tenduristiyê duh qedexeya giştî heta 2 hefteyan hate ferzkirin.

Li gelek welatên cîhanê her çiqas derzîkirina li dijî vîrûsê despê kiriye, lê ev yek pir bi derengî dimeşe.

Back to top button