Çalakiya greva birçîbûnê di roja 50’î de dewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehên dewleta Tirk li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û binpêkirinên mafan di roja 50’î de, berdewam dike. Çalakiya Mexmûrê jî di roja 29’an de ye.
Meclisa Ciwanên HDP’ê û Rêxistina HDP’ê ya Nisêbînê jî piştgirî dan greva birçîbûnê.

Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya girtiyan, di roja 50’emîn de, bi israr berdewam dike.

Çalakiya grevê li Mexmûrê di roja 29’an de ye

Çalakiya Mexmûrê jî bi pêşengtiya jinan di 18’ê kanûnê de, hat destpêkirin li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê , di roja 29’emîn de ye.

Li Yewnanistanê grev di roja 12’an de ye

Welatiyên li Qempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo piştgiriyî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan, dest bi greva kirin.

Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, di roja 12’emîn de dewam dike.

Ciwanên HDP’î piştgirî dan greva birçîbûnê

Meclîsa Ciwanên HDP’yî ji bo bal bikişînin li ser grevên birçîbûnê li ser dîwaran dirûşmeyên piştgirî dide çalakiya girtiyan hatin nivîsîn.

Meclîsê li ser dîwaran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan, Dem Dema Azadiyê ye, Ji Tecrîtê re Na, Li Girtîigehan Berxwedan Heye” hatin nivîsîn.

Rêxistina HDP’ê ya Nisêbînê piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê kir

Rêxistina HDP’ê ya Nisêbînê bi daxuyaniyeke Çapemeniyê piştgirî da grevên birçîbûnê û got:

Heta ku daxwaza wan neye cih ew ê li qadan bin û têbikoşin.

”Bila raya giştî ya demokratîk bibe dengê girtiyan”

Parlamenterên HDP’ê ên Enqerayê derbarê çalakiya greva birçîbûnê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Di civînê de hat gotin ku bila raya giştî ya demokratîk bibe dengê girtiyan

Li Silopiya banga pêkanîna daxwazên girtiyan hat kirin

Rêxistina HDP’ê ya navçeya Silopiyê, derbarê grevên birçîbûnê de daxuyanî da û bang kir ku daxwazên girtiyan demildest bi cih bînin.

Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr jî da zanîn ku bêdengî bi xwe re mirinê tîne.

Back to top button