Malbatên girtiyan: Em ê her tim piştgirya çalakiya grevê bikin

Ji bo xwedî-derketina li çalakiya greva birçîbûnê û bi cih anîna daxwazên girtiyan bang tê kirin.  Malbatên girtiyan banga hestiyariyê û piştevaniya çalakiyan kirin.

Di 27’ê Mijdara 2020’an de girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê, Bakurê Kurdistanê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdulah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehan dest bi gireva birçîbûnê kirin.

Têkildarî mijarê dayikên Pakrewanan ên Herêma Efrînê nêrînên xwe parve kirin.

Dayika Pakrewan Reşîd, Sûreye Hebeş piştgiriya xwe ya ji bo çalakvanên gireva birçîbûnê kirin.

Dayika du Şehîdan Alan û Nalîn, Zelox Feqî berxwedana girtiyan silav kir û diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe ewê li qadan bin.

“Ger daxwazên zarokên me pêk neyên, em ê jî dest bi grevê bikin”

Dayika girtî Necdet Tarlak, Nurê Tarlak li hemberî bêdengiya raya giştî bertek nîşan da û got:

Dawî li tecrîtê bînin. Ger daxwaza girtiyan pêk neyê, em ê weke dayik dest bi greva birçîbûnê bikin.

 

“Ger ku tiştek bi zarokên me bê, berpirsyar erdogan e”

Dayika girtiyê bi navê Reşît Îlhan Ayşe Îlhan, bertek nîşanî helwesta rêveberiya girtîgehê da axivî û got:

Li girtîgehan îşkence û zextan li zarokên me dikin.

Li dijî binpêkirina, lawê min jî di nav de girtî dest bi gerva birçîbûnê kirin.

Bila daxwazên zarokên me bi cih bê. Ger daxwazên wan bi cih neyên dibe ku rewş girantir bibe.

Back to top button