Salvegera 16. a damezrandina Kongra Star

Kongra Star ji bo rêxistinkirin û pêşxistina jinan û bilindkirina asta wan bi salane têkoşîna xwe dimeşîne. Rêveberên Kongra Star diyar kirin ku wê di her alî de asta xebatên ji bo pêşxistina jinan bilindtir bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.

Cemîle ya ku ji aliyê hevjînê xwe lêdan xwariye, serî li Mala Jin a li Qamişlo dide da ku pirsgirêka wê were çareser kirin.

Pirsgirêka Cemîla yek ji hezar û 67 pirsgirêkên ku Mala Jin a Kongra Star a herêma Cizîrê di 2020`an de çareser kirine.

Kongra star pirsgirêkên malbatî, zewicandina di temenê biçûk de, tundî û kuştin û hwd de çareser dike..

Kongra Star bi rêya malên jinan ên ku li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûrî vekirine û komîteyên girêdayî wê ji tevahiya jinan re bû stargeheke ewle.

Henîfe Mihemed yek ji endameke kevin a Kongra Star e û niha di rêveberiya Komîteya Lihevanînê de cih digire.

Henîfe diyar kir ku kongreyê bi hezaran jin hemêz kir, dozên wan çareser kir û ji bo pêkanîna mafên jinan bû meqsed.

Kongra Star rêxistineke jinan e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Lubnan û Başûrê Kurdistanê çalak e.

15`ê Çileya 2005`an bi navê Yekîtiya Star ava bû.

Lê di Kongreya 6`an a 2016`an de ku hatî li dar xistin, navê wê bû Kongra Star.

Kongra Star jinan di 12 komîteyên perwerde, akademî, siyaset, parastina civakî, maf û edalet, aboriya komînal, malî, têkilî, çand û huner, tenduristî, ragihandin, hawîrdor û komîteya civakî de bi rêxistin dike.

Her wiha ji bo jin maf û erkên xwe di tevahiya waran de nas bikin, 6 akademî hatin vekirin.

Li herêmê ji bo her du pêkhateyên Kurd û Ereb 70 malên jin û 2 malên jin ji bo jinên Suryanî bi navên “Eşterût” hatin vekirin

Li gel wê jî Kongra Star girîngî da xebatên birêxistinkirina jinan nexwasim jinên di nava kampên koçberan de.

Henîfe Mihemed eşkere jî kir ku “pêşxistina jinan di warên siyasî, qanûn, rêxistinî û bilindkirina asta tevlêbûna jinan di Rêveberiya Xweser de ji girîngtirîn projeyên ve sala ne .”

Ji aliyê xwe ve jî Berdevka Kongra Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl damezrandina Kongra Star weke çavkaniya rizgariya jinê dibîne û dibêje:

Kongra Star xwe li ser mîrateya jinên têkoşer ava kir.

Her wiha Endama Koodînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Evîn Paşo jî diyar kir ku tevlîbûna jinên Ereb di nava Kongreyê de mohra xwe li têkoşîna 2020`an xist.

Back to top button