
Li Koreya Bakurî di merasîmeke leşkerî de fuzeya balîstîk hate nasandin ku ji keştiya binê avê tê avêtin.
Çend roj beriya destpêkirina dema serokatiyê ya Joe Biden a li DYA’yê, li paytexta Koreya Bakur Pyongyangê, artêşê merasîmek lidarxist.
Merasîma leşkerî hemwextî pêkanîna kongreya Partiya Karker a li desthilatdariyê pêkhat.
Lîderê Koreya Bakur Kîm Jong Ûn di merasîmê de amade bû.
Di vê navberê de balafiran ji bo kongreya 8’emîn silav bikin, jimara ‘8’ nivîsandin.
Ajansa nûçeyan a fermî a welat KCNA’yê jî wiha got,
Artêşa herî xurt a cîhanê, fuzeyên balîstîk ên ji keştiya binê avê tên avêtin li pey hev anîn meydanê û hêza çekdar ên şoreşger nîşan da.