Yekitiya Ewropayê ceza li wezîrê Karê Derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad birî

Yekitiya Ewropayê cezayên nû li hikumeta Şamê birî û navê Wezîrê Karê Derve Feysel Miqdad xist di nav lîsteya cezayan de.

Konseya Yekitiya Ewropayê di belgeyekê de ku di kovara xwe ya fermî de weşandiye, ragihand ku Miqdad ji kiryarên tundî yên ku rejîma Sûriyê li dijî sivîlan pêk tîne, berpirsyar e.

Feysel Miqdad mijdara sala borî piştî mirina Welîd El-Mûelim bi erkê wezîrê karên derve ya hikumeta şamê hat erkdarkirin.

Lîsteya cezayan li dijî Sûriyê zêdeyî 300 kesan e, Beşar Esed û malbata wî di nav de ye. Her wiha bazirganî bi temam bi Sûriyê re hate qedexekirin.

Mijdara sala borî, Yekîtiya Ewropayê heşt wezîrên hikûmeta şamê, xistin nav lîsteya cezayan.

Back to top button