Li Kobanê PYD’ê civîna xwe ya salane li dar xist

Îro li herêma Firatê, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê civîna xwe ya salane lidarxist û kar û xebatên xwe nirixand.

Civîn li navenda Baqî Xido ya çand û hunerê ya li Kobanê bi amadebûna bi dehan endam û rêveberan hat li dar xistin.

Di civînê Hevseokê PYD’ê Enwer Mislim rewşa siyasî nirxand û diyar kir ew ji hemî aliyên siyasî re ji bo diyalogê vekirî ne.

Mislim destnîşan kir ku hikûmeta Şamê û welatên ku piştgirî didinê, tu giranî nadin gelên herêmê û da zanîn ku divê hemû nûnerên gelên Sûrî beşdarî civîna Cinêvê bibin.

Pişt re rapora salane ya kar û xebatên PYD’ê yên li herêma Firetê hat xwendin û nîqaş hat kirin

Di dawîya civînê de beşdaran pişniyarên xwe kirin û plansaziya salê dexistin.

Back to top button