PARLEMENTOYA EWROPA: DEMILDEST ŞÊRWANÎ Û HEVALÊN WÎ BERDIN

Parlamentoya Yekitiya Ewropa nameyek ji Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma başûrê Kurdistan Nêçîrvan Barzanî re şand.
Di nameyê de daxwaz hat kirin ku rojnameger Şêrwan Şêrwanî û kesên ligel de hatine girtin demildest werin berdan.

Çalakvanê Mafê Mirov yê Rêxistina 17’ê Sibat Regez Kemal, got:

“Ez hatim agahdarkirin ku parlamentoya Yekitiya Ewropa bi fermî nameyek ku têde rexne li Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî kiriye jiwan re şandiye.

Şêrwan Şêrwanî wekî rojnamegerek lêkolînvan kar ji bo rêxistina 17 Sibat di derbarê mafên mirov de kiriye.

Tevî karê rojnamegerî Şêrwan aktivîsteke ji bo rêxistinekî kardike ku ew rêxistin destûra wê ji aliyê hikûmeta herêmê ve hatiye dayîn.

Pêwîste demildest Şêrwan Şêrwanî û hevalên wî werin azadkirin. Ev tişta ku hatî kirin binpêkirinek ya mafê mirovane.

Leave a Reply

Back to top button